1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 

Bi dirûşmeya `Bi têkoşîna bi giyana 1`ê Gulanê û bi berxwedana zîndanan em ê tecîrda li ser Ocalan bişkînin û Efrînê rizgar bikin` şêniyên bajarê Helebê Cejna Karkeran a Cîhanî pîroz kirin.

1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1`ê Gulanê li Helebê hat pîrozkirin 
1 gulan, 2019   19:38
HELEB

Îro bi sedan karkerên bajarê Helebê, karmendên saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê tevî amûrên xwe li ber hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Piştre şênî di nav kolanên taxê de meşiyan heya ku gihaştin nexweşxaneya Henan.

Li wir meş rawestî û şahî li dar ket. Şahî bi deqeye rêzgirtinê destpê kir. Piştre axaftin ji hêla endama Meclisa Saziyên Civaka Sivîl Sûad Hesen û endamên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd Ehmed Reşîd ve hatin kirin.

Di axaftinan de dîroka şoreşa karkeran a serdema 19`an hate bibîrxistin.

Ji aliyekî din ve beşdaran berxwedana girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de silav kirin û teqez kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngî dide rola karkeran di avakirina welatan de, ji ber wê navê tevgerê kir Partiya Karkerên Kurdistanê.

Piştî bidawîbûna axaftinan komên hunerî yên girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin. Jê Koma Çiyayê Kurmêc, Yekîtiya Hunermendan, Hunermend Ebdulrehman Cemîl, komên govendê mîna koma Zarokên Pêşerojê û Koma Şehîd Elî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê.

Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên gelêrî û neteweyî gerandin.

(şx)

ANHA