Li Brîtanyayê wezîrê berevanî ji kar hate derxistin

Piştî belavkirina agahiyên veşartî ku zirarê digihînin ewlehiya Brîtanyayê, seroka hikumeta Brîtanyayê Theresa May wezîrê bervanî Gavin Williamson ji kar girt.

Li Brîtanyayê wezîrê berevanî ji kar hate derxistin
1 gulan, 2019   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê berevanî yê Brîtanyayê Gavin Williamson îro êvara Çarşemê 1`ê Gulana 2019`an piştî lêpirsîna belavkirina agahiyên girêdayî ewlehiya welêt, ji kar hate derxistin.

Buroya seroka wezîran Theresa May di daxuyaniyekê de got: "Biryara seroka wezîran di encama reftariya Williamson de girêdayî lêpirsîna mercên belavkirina agahiyên veşratî yên civîna Meclisa Ewlehiya Neteweyî hat.”

Lêpirsîn piştî raporên ku metirsiyên wezîran girêdayî plana hiştina şirketa Hawawî ya Çînî da ku rolek di avakirina nifşa 5`an li Brîtanyayê de bilîze,  hat.

Gavin Williamson ji 2017`an ve wek wezîrê berevanî yê Brîtanyayê dixebitî.

Rojnameya Guardian a Brîtanî ragihand ku May wezîra geşpêdana navdewletî Penny Suppliers li şûna Williamson erkdar kiriye.

(şx)

ANHA