‘Bêdengiya civaka navdewletî, hevkariya qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye’

Şêniyên navçeya Zerganê nerazîbûn nîşanî bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, bi taybet li Efrînê dan û got civaka navdewletî bi bêdengiya xwe hevkarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye.

‘Bêdengiya civaka navdewletî, hevkariya qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye’
1 gulan, 2019   06:28
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Şêniyên navçeya Zerganê ya herêma Serêkaniyê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê û lêkirina dîwarê qutkirina Efrîn ji Sûriyê şermezar kirin.

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sêvda Mio binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê şermezar kir û got: "Efrîn xaka Sûriyê ye, em qebûl nakin ku Tirkiye bihostek ji xaka Sûriyê dagir bike."

Sêvda bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û wiha domand: "Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şêniyên Efrînê bi hemû pêkhateyên wê talan kirin, zimanê tirkî li ser wan ferz kir, jinan direvînin û tecawizê lê dikin, her wiha bi sedan mal rûxandine."

Rêvebera Kongreya Star Selwa Hecî destnîşan kir ku ew jin kiryarên dagirkeran qebûl nakin û dê bi yekdestî li hemberî Erdogan bisekinin.

Selwa Hecî bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Sûriyê bê deng nemînin û wiha anî ziman: "Em jin, were xwestin em ê çalakiyên fedaî bikin û ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê em ê canê xwe feda bikin."

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Zerganê Xalid Oso got: "Ji bo çi civaka navdewletî li hemberî zêdegaviyên dagirkeriya Tirkiyê li dijî gelê Efrînê bê deng e, kanî mirovatî? Em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe li ber xwe bidin û Efrînê rizgar bikin."

Sînan Ebdo ev tişt anî ziman: "Welatê me ji berê ve parçe kirine, îro jî em dibînin dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê lê dikin da ku tev li Tirkiyê bikin. Bêdengiya navdewletî tê wateya hevkariya wan ji bo dagirkirina xaka Sûriyê."

Ebdo di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê tev bigere."

(bb)

ANHA