Şandeya Desteya Şaredariyan li Serêkaniyê têkildarî hizimîna axê lêkolîn kir

Şandeyek ji Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê serdana herêma Serêkaniyê kir da ku rewşa hizimîna axê ku di demên dawîn de çêdibû û taybet rûdanên ku li herêma Cizîrê piştî barîna baranê ya zêde bişopîne.

Şandeya Desteya Şaredariyan li Serêkaniyê têkildarî hizimîna axê lêkolîn kir
Şandeya Desteya Şaredariyan li Serêkaniyê têkildarî hizimîna axê lêkolîn kir
Şandeya Desteya Şaredariyan li Serêkaniyê têkildarî hizimîna axê lêkolîn kir
Şandeya Desteya Şaredariyan li Serêkaniyê têkildarî hizimîna axê lêkolîn kir
Şandeya Desteya Şaredariyan li Serêkaniyê têkildarî hizimîna axê lêkolîn kir
30 nîsan, 2019   12:28
HESEKÊ

Di demên dawîn de li bajarê Serêkaniyê erd bi awayekî zêde dihizime û çal lê çêdibin. Vê yekê jî zirar li malên sivîlan û hin cihên li bajêr kir. Îro endamên Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê bi nûnertiya cîgirê hevserokê Desteya Şaredariyan, endezyar û pisporên jeolojiyê, pisporên lêkolînkirina axê, hin endamên Odeya Endezyaran a Herêma Cizîrê  û hin rayedarên Şaredariya Gel a Serêkaniyê serdana bajêr kir.

Di serdanê de pisporan sedemên hizimîna axê û rêyên çareserkirina wê û lêkolînkirina dîtin û diyar kir ku di demeke kurt de xetere tune ne. Pisporan destnîşan kir ku hin tedbîr der barê lêkolînkirina axê de hene û tekez kir ku binesaziya navçeya Serêkaniyê baş e.

Der barê mijarê de hevserokê Şaredariya Gel a Serêkaniyê Luqman Îsa ji Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê xwest ku alîkariyên pêwîst û girîng ji bo şopandina rewşa li bajêr pêşkêş bikin û tekez kir ku alavên lêkolînkirina axê di demên pêş de peyda bikin.

(jo)

ANHA