‘Şideta li ser jinan rawestînin‘

Li navçeya Amûdê bi pêşengtiya Kongreya Star û Rêxistina Sara li dijî şideta li ser jinan meşek hat lidarxistin.

‘Şideta li ser jinan rawestînin‘
‘Şideta li ser jinan rawestînin‘
‘Şideta li ser jinan rawestînin‘
30 nîsan, 2019   13:45
QAMIŞLO

Bi pêşengtiya Kongreya Star a navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şideta li ser jinan û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi sedan jin li dijî kuştin û şideta li ser jinan ku di demên dawî de li herêma Cizîrê çend bûyer çêdibin meşeke girseyî li dar xistin û banga rawestandina Şideta li ser jinan kirin.

Jinan pankartên bi nivîsên "Civaka ku jin tê de were kuştin ew civak azad nabe", "Jin, Jiyan, Azad", "Bijî berxwedana Leyla Guven", "Ji kuştina jinan re na", "Destê xwe dirêjî min neke", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , alên Kongreya Star, YPJ û QSD‘ê hilda bûn.

Jinan li kolanên sereke yên navçeyê meşiyan û bê navber dirûşmeyên "Ji kuştina jinan re na" û "Ji şideta li ser jinan re na" beriz dikirin.

Meş li qada şehîd Cîhad a navenda navçeyê rawestiya. Li vir endama Kongreya Star Bêrîvan Şêxê axivî û got: "Jin dibin qurbaniyên hişmendiya baviksalarî ku li ser civakê hatiye ferzkirin. Dîroka vê hişmendiyê vedigere hezarên salan, di bin navê şeref û kevneşopiyên paşverû kuştina jinan rewa dike, jin ji mafên xwe bê par dihêle û kirinê milkê zilam."

Bêrîvan Şêxê her wiha bal kişand ser têkoşîna jin a li hemberî zihniyeta baviksalarî û got: "Jin pêşengtiya Şoreşa Rojava dike, destanên qehremaniyê nivîsandine. "

Endama Kongreya Star bal kişand ser Şideta li ser  jinan û diyar kir ku ev nêzîkatî cihê şermezariyê ye û mafê jiyanê binpê dike.

Bêrîvan Şêxê wiha bi dawî kir: "Em wekî tevgerên jin em hewl didin ku mafê jinan li wan vegerînin, em hişmendiya klasîkê a hêza xwe di kuştina jinan de dibîne qebûl nakin. Ji bo parastina mafên jinan di sala 2014‘an de me qanûnên jinan diyar kirin ku tê de kuştina jinan bi navê şerefê sûc dibîne."

Meş bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

ANHA