Karkerên Şaredariya Şêxmeqsûdê hatin xelatkirin

Bi wesîleya 1‘ê Gulanê,  karkerên Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqûsd a Helebê hatin xelatkirin.

Karkerên Şaredariya Şêxmeqsûdê hatin xelatkirin
Karkerên Şaredariya Şêxmeqsûdê hatin xelatkirin
Karkerên Şaredariya Şêxmeqsûdê hatin xelatkirin
29 nîsan, 2019   14:28
HELEB

Bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, Şaredariya Gel û TEV-DEM‘ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê civîneke ji endam û karkerên şaredariyê li dar xistin. Civîn li hola civînan a di navbera beşên rojhilat û rojavayê taxê hat li darxistin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, piştre  Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Helebê Mihemed Şêxo û Hevseroka Şaredariya Gel Valentîna Ebdo 1‘ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû karkerên cîhanê pîroz kir. Her wiha spasiya karkerên şaredariya taxa Şêxmeqsûdê ji ber wan a di xizmeta civakê de kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku ewlehî û aştiya li taxê berhemên ked û xwîna şehîdan e. Kesên axivîn soza parastina destkeftiyên şehîdan dan.

Rêveberiya Şaredariyê û TEV-DEM‘ê karker û xebatkarên şaredariyê hatin xelatkirin.

ANHA