Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin

Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca parastina çand û hunera Reqayê navenda Çand û Hunerê li Reqayê vekir.

Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin
Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin
Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin
Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin
Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin
Li Reqayê Navenda Çand û Hunerê hate vekirin
29 nîsan, 2019   14:06
REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê îro bi merasîmekê Navenda Çand û Hunerê li başûrê çerxerêya Saayê ya li bajarê Reqayê vekir.

Nûnerên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Navenda Çalakiyên Ciwanan tevî şandeya herêma Cizîrê û hunermendên Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo di merasîmê vekirina navendê de beşdar bûn.

Di merasîmê de bi navên Meclisa Sivîl a Reqayê cîgirê hevserokatiya meclisê Muhened Kekehcî û Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşeref axivîn.

Axaftvanan vekirina navendê li şêniyên bajarê Reqayê pîroz kir û diyar kirin ku çand ne tenê bi pênûs ve girêdayî ye lê belê çand, civakî, siyasî û fikrî ye.

Di merasîmê de gelek berhemên hunerî girêdayî çanda bajarê Reqayê hatin pêşkêşkirin. Koma çand a Tebqayê şanoyek girêdayî rewşa jinê û azarên wê pêşandan.

Piştre Komîteya Çand û Hunerê senevizyonek girêdayî xebatên komîteyê ji roja avakirinê ve heta îro pêşkêş kir.

Berpirsên navendê diyar kirin ku berhemên hunerî dê heya sê rojan li navendê bidomin û dê pêşengehek wênesaziyê li navendê were vekirin.

 (şx)

ANHA