Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike

Bi dirûşma "Karsazên avakirinê bingeha pêşketin û xweşikbûna welat in" îro 3`yemîn Kongereya Yekitiya Karsazên Avakirinê ya Herêma Cizîrê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.

Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike
Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike
Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike
Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike
Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike
Kongreya karsazên avakirinê yên herêma Cizîrê dewam dike
29 nîsan, 2019   12:03
QAMIŞLO

Di Kongreya 3`yemîn a Karsazên Avakirinê ya Herêma Cizîrê de 150 delege ji hemû herêmên Cizîrê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê, hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso û şêwirmendê Buroya Karên Sivîl a QSD`ê Rêzan Gulo amade bûn.

Kongre di wextekê de ku tevgera lêkirin û avakirinê li herêmên Cizîrê zêde bûye, pêk tê.

Di destpêka kongreyê de, hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir û hêvî kir ku kongre bi biryarên girîng bi dawî bibe.

Hiso wiha got: "Divê hûn bibin mînak ji cîhanê re, wekî şervanên di eniyên xwe de ku niha ji cîhanê re mînak in. Ji ber vê yekê divê her kes xwe bi rêxistin bike û karê xwe û saziya xwe bi pêş bixe."

Xerîb Hiso destnîşan kir ku Tirkiye armanc dike xaka Sûriyê parçe bike, lêkirina dîwarê parçekirinê mînaka wê yekê ye, armanca wê qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye û wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina yekbûna Sûriyê kir û gelek berdêlên mezin ji bo wê yekê dan."

Hevserokê TEV-DEM`ê destnîşan kir ku rejîma Sûriyê heta niha der barê lêkirina dîwarê parçekirinê de bê deng e û wiha pê de çû: "Rejîm dikare civînekê li NY`yê der barê redkirina projeya dewleta Tirkiyê de li dar bixe, lê heta niha nekiriye."

Paşê beşdaran kar û xebetên karsazên avakirinê di 2 salên dawîn de xwendin, her wiha rêzikname hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.

Tê payîn ku di dawiya kongreyê de rêveberiyeke hevbeş were avakirin.

(jo)

ANHA