Birayê kesê ku di zindaneke Tirkiyê de kuştî hate dîtin, îdiayên Tirkiyê derewandin

Dezgehên çapemeniya Tirkiyê ragihandibû ku yek ji kesên bi gumana sîxuriya dewleta Îmaratê li Tirkiyê di destpêka meha Nîsanê de hatibûn girtin Zekî Mibarek, di Zindana Sîlîvrî ya Tirkiyê de xwe kuştiye. Birayê Mibarek îdiayên Tirkiyê derewandin û got ne pêkan e birayê wî xwe kuştibe.

Birayê kesê ku di zindaneke Tirkiyê de kuştî hate dîtin, îdiayên Tirkiyê derewandin
29 nîsan, 2019   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniya Tirkiyê yên nêzî hikumeta AKP`ê ragihand ku Zekî Mibarek di Zindana Sîlîvrî ya Stenbolê de kuştî hate dîtin. AFP`ê diyar kir ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî ev agahî piştrast kir.

Birayê kesê bi îdiaya xwe di zindanekê li Tirkiyê kuştiye Zekeriya Mibarek ji ‘Erebiyê Net’ re got îdiayên hikumeta Tirkiyê tenê şanoyek e, di heman demê de tişta ku derewên Tirkiyê îsbat dike jî ew e ku desthilata Tirkiyê di destpêka girtina kesên gumanbar de ragihand ku ev kes 2 welatiyên Îmaratê ne, paşê ragihand ku 2 welatiyên Filistînê ne.

Desthilata Tirkiyê destpêka meha Nîsanê bi îdiaya ku Zekî Mibarek û hevalê wî Samir Şaban sîxurên dewleta Îmaratê ne, girtin.

‘Kesekî ku bi tirkî nizane dê çawa li Tirkiyê sîxuriyê bike?’

Zekeriya Mibarek îdiayên Tirkiyê derewandin û got: "2 kesên ku nizanin bi zimanê tirkî biaxivin, dê çawa sîxuriyê bikin? Tiştên ku Tirkiyê îdia dike, tu têkiliya wê bi rastiyê re tune ye, ji ber ku raboriya birayê min raboriyeke birûmet e û têkiliya wî bi Mihemed Dehlan ve tune ye."

Têkildarî mijarê Zekeriya Mibarek tekez kir ku ne pêkan e ku birayê wî xwestibe xwe bikuje, ji ber ku mirovekî bawermend bû.

(eh)