Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê

Îro li bajarê Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê li ser asta herêma Cizîrê bi armanca geşkirina beşa endustriyê û endustriya herêmê hate vekirin.

Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
Li Qamişlo yekemîn pêşangeha endustriyê
29 nîsan, 2019   11:11
QAMIŞLO

Îro yekemîn pêşangeha endustriyê li herêma Cizîrê bi beşdarbûna 40 kargehan û bi piştgiriya gerînendetiyên endustriyê li kantonên Qamişlo û Hesekê, bi dirûşma "Endustriya me, berhem û çanda me ye" hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de ku li stada taxa rojavaya ya bajarê Qamişlo li dar ketiye, cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.

Berhemên ku di pêşangehê de hatine pêşkêşkirin, berhemên xwarin û alavên malê, alavên bijîşkî, dermanên paqijiyê, alavên çêkirina malan, hirî û dezî, cil û çente û biharat in.

Ev gav wek gava yekemîn li ser asta herêma Cizîrê ye. Armanca wê jî geşkirina endustriyê û beşa wê di herêmê de ye.

Bijîşkê beyterî Abdullah Ehmed Abdullah yek ji beşdarên pêşangehê û xwediyê dermanên bijîşkiyê li navçeya Girkê Legê ye. Abdullah di vê derbarê de destnîşan kir ku pêşangehê deriyê derfetê li ber pêşkêşkirina berhemên wan vekir. Her wiha diyar kir ku armanc ji vekirina kargehê ew e ku bar li ser sivîlan sivik bibe û wiha got: "Herêmê pêwîstiya xwe bi dermanên beyterî heye, ji ber ku bihayê dermanên ku ji derve tên, zêde ye. Bi vê kargehê me karî nirxên dermanên ji derve hatine, kêm bikira."

Pêşangeh dê 2 rojan bidome.

(fr)

ANHA