Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin

Konferensa Damezirîner a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê û gundewarên wê bi hilbijartina endamên yekîtiyê û xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin
Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin
Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin
Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin
Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin
Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê hat hilbijartin
22 nîsan, 2019   17:39
TEBQA

Konferensa Damezirîner a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê û gundewarên wê vê sibehê bi dirûşmeya "Çand û hevgirtina pênûsên azad, gelan dike yek" li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kir.

Piştî axaftinan, beşdaran rewşa çandê û rewşenbîran li herêmê di dema serweriya komên çete de şîrove kirin. Beşdaran diyar kirin ku çeteyan şerê hemû rengên çand, huner û rewşenbîr û hunermendan dikirin.

Beşdaran destnîşan kirin ku piştî rizgarkirina herêmê, girêdayî vejandina çand û hunenrê gavên mezin hatin avêtin. Ya destpêkê sererastkirina navenda çand û hunerê bû.

Her wiha der barê pêşxistina kar de pêşniyar hatin kirin. Beşdaran gotin: "Divê semînerên çandî werin dayîn û rola jin di aliyê çand û hunerê de were pêşxistin. Her wiha çalakiyên çandî ji bo zarokan re werin lidarxistin. Mîhrîcan û şevbuhêrikên ku balê dikşîne ser çanda herêmê werin organîzekirin, pêşengehên pirtûkan werin vekirin."

Ji bo nîqaşkirina rêziknameya yekîtiyê konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Piştre biryar hatin girtin ji wan, " Her sal mîhrîcan bi navê helbestvanê navdar ê ji Tebqayê Mehmûd Zexîra û mîhrîcaneke din bi navê nivîskar û wêjevahê Reqayê Ebdulselam El-Icêlî ku wefat kirine, werin lidarxistin û bi hevkaria komîteya rêveberiya herêmê re çalakiyê werin lidarxistin."

Piştre rêzikname ji aliyê piraniya delegeyan ve hate erêkirin.

Bi armanca  hilbijartina desteya yekîtiyê dengdan pêk hat. 21 rewşenbîran navên xwe dan. Ji wan 7 kes, 4 endam û 3 endamên Desteya Rêveber hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

ANHA