Li Ezazê di çalakiyekî de herî kêm 2 endamên MÎT‘ê hatin kuştin

Li bajarê Ezazê, di encama çalakiyeke bi bandor de bi kêmanî 2 endamên MÎT hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Ezazê di çalakiyekî de herî kêm 2 endamên MÎT‘ê hatin kuştin
22 nîsan, 2019   18:14
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kir ku li bajarê Ezazê yê gundewarê bakurê Helebê vê êvarê li dijî bargeheke MÎT‘ê ya Tirkiyê çalakiyeke bi bandor hate kirin.  Li gorî agahiyên destpêkê di nav de 2 endamên MÎT‘ê hatin kuştin,  yek ji wan berpirsê dosyaya Sûriyê bi navê Ebû Umer e. Her wiha 2 jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyî çalakî ne girtiye ser xwe.

ANHA