Senatorê DYA’yê: Em ê çekên xwe ji Încîrlîkê bibin

Senatorê Demokrat ê DYA’yê Bob Menendez ji rojnameya  Kathimerini ya Yewnanistanê re got heke Enqere wergirtina moşekên Rûsyayê yên S-400 bidomîne û belav bike, dê DYA cezayan li ser Tirkiyê ferz bike.

Senatorê DYA’yê: Em ê çekên xwe ji Încîrlîkê bibin
22 nîsan, 2019   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê ji Partiya Demokrat a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Bob Menendez got ew ê tu carî balafirên F-35 li kêleka moşekên S-400 nebînin.

Senator Bob Menendez ji rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê re axivî û wiha got: "Tirkiye dê rastî cezayên li ser bingeha qanûnên DYA’yê were ku ew ceza dê li hemû kesên ku çekên Rûsyayê bikire, were ferzkirin.”

Der barê pirsa “Ger têkiliya di navbera Washington û Enqereyê de xerabtir bibe, dê DYA baregehên xwe yên leşkerî ji Tirkiyê bibe Yewnanistanê?” Menendez wiha bersiv da: “Tevî ku nayê texmînkirin ku dê ev yek pêk were, lê DYA dê hemû tedbîrên parastina ewlehiya neteweyî bike û di nav de dê baregehên xwe ji Încîrlîkê ya Tirkiyê veguhêze.”

(eh)