Pedersen li Şamê ye, rejîmê topbarana li ser herêmên bêçek zêde kir

Di demekê de ku nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen li Şamê ye, rejîma Sûriyê topbarana xwe li ser herêmên bêçek zêde kir.

Pedersen li Şamê ye, rejîmê topbarana li ser herêmên bêçek zêde kir
15 nîsan, 2019   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku rejîma Sûriyê duh bi moşekan herêmên ji Xan Şîxûn, El-Temane, Tilminis û Merşemarîn ên bejahiya başûrê Idlibê û Ziyare, Zîzon û derdora Qeston ên li Sehil Xab ên bejahiya bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Her wiha rejîma Sûriyê, hin herêmên li eniya El-Raşîdin a aliyê rojava yê Helebê jî bi moşekan topbaran kir.

Çavkaniyekî leşkerî yê girêdayî rejîma Sûriyê ji ajansa Sputnîkê re got: “Yekîneyên artêşê bi zêdetirî 40 moşekan tevgerên komên çekdar ên li eniya bajarê Xan Şîxûn ê başûrê Idlibê topbaran kirin. Komên çekdar li vê eniyê hêza xwe xurt dikin.”

Di demekê de ku Pedersen Li Şamê ye û amadekariyên civîneke nû ji civînên Astanayê têne kirin, li herêmên bêçek êrîşên rejîma Sûriyê û Rûsyayê zêde bûne.

(kc)