8 mayin li Reqayê hatin bêbandorkirin

Îro li herêma Panorama ya ku dikeve daketina başûrê bajarê Reqayê, Tîma Roj Ramko bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 mayin bê bandor kirin.

8 mayin li Reqayê hatin bêbandorkirin
8 mayin li Reqayê hatin bêbandorkirin
8 mayin li Reqayê hatin bêbandorkirin
15 nîsan, 2019   12:49
REQA - RÛBA ALÎ

Xebata tîma têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî rêxistina Roj Ramko, bêbandorkirina mayinan ku ji bermahiyên DAIŞ`ê ne, didomîne. Li ser vî esasî tîma têkoşînê da ku dest bi erka rakirina mayinan bike, hat agahdarkirin ku li herêma Panorama mayin hene.

Berpirsê tîma bêbandorkirina mayinan Mistefa Salih ji ajansa me re wiha got: "Dema ku em der barê hebûna mayinan de li herêma Panoramayê hatin agahdarkirin, me hemû bergiriyên ji bo ewlehiyê girtin, ên mîna ambulans, kadroyên tenduristiyê û hejmarek ji endamên tîmê, paşê 4 hewan û 4 bombeyên ARBC`ê ku wek mayin hatibûn amadekirin, bê bandor kirin."

Mistefa Salih di dewama axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Tevî ku mayin zêde bi hev ve girêdayî bûn, lê di dawiyê de me bê bandor kirin û heta niha zêdetirî 15 hezar mayinên ji bermahiyên komên DAIŞ’ê yên li bajarê Reqayê û gundewarên wê, bê bandor kirine. Her wiha ji bo parastina ewlehiya sivîlan em ê xebata xwe li bajêr bidomînin."

(eh)

ANHA