Malbata Rêber Ocalan û 3 girtiyên din serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din li Imraliyê ji bo ku biçine Imraliyê serlêdana hevdîtinê kirin.

Malbata Rêber Ocalan û 3 girtiyên din serlêdan kirin
12 nîsan, 2019   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîsê Ocalan ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî serlêdan ji bo hevdîtinê kirin.