Balafirên dagirkeriya Tirk Zap û Avaşîn bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker qadên Zapê û Avaşînê bombe kirin. Di êrîşê de ti ziyan negihişt hêzên gerîla.

Balafirên dagirkeriya Tirk Zap û Avaşîn bombebaran kirin
12 nîsan, 2019   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, 11 û 12'ê Nîsanê balafirên şer ên TC'ê ya dagirker êrîşên hewayî biriye ser Qadên Parastinê ya Medya yê.

Daxuyanî wiha ye;

''Balefirên artêşa Tirk 11'ê Nîsanê di navbera saet 07.30 û 14.45'an de li ser Geliyê Konferanasê ya herêma Avaşînê, dîsa 11'ê Nîsanê derdora saet 12.30'an li ser qelaçên Girê Cehennmê ya herêma Zapê û îro saet derdora 09.30'an li ser qadên Kinyanîşê ya Zapê bombe hatine barandin.

Di encama van êrîşên hewayî de, ti ziyan negihaştiye hêzên me. Ziyan gihaye ser cografyaya Kurdistanê.''