Talîban êrîşa Biharê destpê dike

Tevgera Talîbanê îro êrîşa xwe ya salan e ku di demsala Biharê di bin navê El-Fetih de pêkbîne ragihand. Di demeke ku divê hefteya bê danûstandinên aştiyê bi DYA û nûnerên hikumeta Afganistanê re bê kirin de ev êrîş tê destpêkirin.

Talîban êrîşa Biharê destpê dike
12 nîsan, 2019   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Talîbanê Zabihullah Mujahid di daxuyaniyek li ser Twitter û malperên elktronîkê de diyar kir ku hîna erka wan a cîhadê bi dawî nebûye.

Mujahid wiha got: “Min fermana çalakiyên El-Fetih li hemû welêt da. Da ku welatiyên di nava refên leşkerî, artêşê, polîsan û çekdaran de xizmetê dikin, tine bikin." 

Êrîşa Biharê ya Talîbanê îşaretê bi destpêka demsala şer dike. Di  salên borî de ev şer heta zivistanê dewam kir.

Însyatîfên aştiyê hatin destpêkirin, lê Talîban û hikumeta Afganistanê qada şer hêvî dikin û helwestên xwe li ser maseya danûstandinan xurt dikin.

Amerîka di Havîna 2018`an de rêze danûstandin bi Talîban re çêkir da ku şer bi dawî bike. Her wiha muxalifên hikumeta serok Eşref Xenî jî di Sibatê de li Moskova bi endamên Talîban re hevdîtin kirin. 

Tê payîn ku di 19 heta 21`ê Nîsanê diyalog di navbera aliyên Afxanistanê bi armanca ku her du alî nerînên hev fêm bikin, pêk were.

(jo)