Artêşa Lîbyayê fermana girtina Fayîz El-Sîrac û endamên wî da

Fermandariya Gîştî ya Artêşa Lîbyayê şevê din ragihand ku  dozgerê Leşkerî fermana girtina serokê meclisa serokatiyê Fayîz El-Sîrac, endamên wî  û gelek fermandarên leşkerî yên li herêma rojava da ye. Girtin bi gumanbariya ku sûcên xeter li dijî dewletê kirine pêk hatiye.

Artêşa Lîbyayê fermana girtina Fayîz El-Sîrac û endamên wî da
12 nîsan, 2019   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Gîştî ya Artêşa Lîbyayê şevê din ragihand ku  dozgerê Leşkerî fermana girtina serokê meclisa serokatiyê Fayîz El-Sîrac, endamên wî  û gelek fermandarên leşkerî li herêma rojava bi gumanbariya ku sûcên xeter li dijî dewletê kirine, da.

Li gorî televizyona El-Erebiyê ragihand ku fermana girtina van kesan hatiye girtin; serokê meclisa bilind a dewleta berê Ebdilrehman El-Soyîhlî, serokê hikumeta El-Înqaz  El-Wetenî Xelîfe Xuwîl, Muftiyê berê Sadiq Xiryanî, general Silêman Mehmûd, general Yûsif El-Menqûş û gelek leşker di nav de general Ûsama Ciwîlî, wezîrê parastina hikumeta El-Wifaq ê berê Mihdî El-Birxisî,  fermandar Mifteh Omer, fermandar Ebdilbasit Şerî, Idris Boukouatin, fermandar Tariq Gharabli û berdevkê leşkerî li ser navê hêzên Hêzên El-Wifaq Mihemed Qanouno  fermandar Ibrahîm Hediyê û bi wan re terorîst fermandar  El-Semûd Selah Badî,  Mohammed El-Hijazi, Adil Kafî El-Zirî, terorîst Mistefa El-Şerkesî.

 Dozgerê Leşkerî da zanîn ku van kesan di jihevxistina netewê û xiyanet, bi dewletên biyanî re komployên ji bo geşkirina şerê li Lîbyaya xebitîn, rêxisitinên ne rewa ên çekdar ava kirin, çalakiyên terorî û desteka terorê kirin e.

(jo)