Encamên dawî yên hilbijartinên Îsraîlê hatin diyarkirin

Komîteya navendî ya hilbijartinan a Îsraîlê encamên dawî yên hilbijartinên ku roja Înê hatibûn lidarxsitin eşkere kir. Komîteyê serkeftina partiya Lîkod a bi serokatiya Benyamin Natanyaho diyar kir.

Encamên dawî yên hilbijartinên Îsraîlê hatin diyarkirin
12 nîsan, 2019   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya navendî ya hilbijartinên Îsraîlê piştî 60 rojî ji girtina navendên hilbijartinan encamên ku ji ber jimartina dengên zêde ku leşker, diplomasî û kesên derve dan, diyar kir.

Li gorî encaman partiya Lîkod a bi serkêşiya serokwezîr Benyamin Nataniyaho ji 120 kursiyan 36 kursî girtiye. Giştî dengên girtine ji sedî 26,5 e. Rikberiyê sereke yê koalisyona "Şîn Spî" bi serkêşiya serokê erkan ê berê Bînî Gantis 35 kursî girt û ji sedî 26,11 deng bi dest xistiye. 

Her du partiyên olî yên radîkar "Şaş" û "Yehûde Hitorah" 8 û 7 kursî bidest xistine.

Encamên partiyên din ên çep û partiyên ku nûnertiya erebên hundir dikin wiha ye: Partiya Karkeran 6 kursî, Mîtirs 4 kursî û her du lîsteyên ereb 10 kursî girtine.

14 kursiyên mane li "Îsraîl mala me ye" bi serkêşiya Wezîrê Parastinê yê berê Acigdor Lîberman (5 kursî), Yekîtiya Yemîn (Rast) (5 kursî) û  Kolona (4 kursî) girtine.

Partiya Yemîn a Nû (Rasta Nû) bi serkêşiya Binit Oyllit Şakîd û partiyên din ji sedî 3,25 ji dengan bidest xistin da ku karibin kursiyan di parlemento de bigrin.

Piştî ku jimartin bidawî bibe, Serokê Îsraîlê Roofin Riflin piştî nîqaşên bi serokên partiyan re dê yek ji serokan ji bo avakirina hikûmetê erk dar bike. Ev dê di nava 28 rojan de pêk bê. Heger were xwestin dê du hefteyên din jî demê dirêj bikin.

(bx)