Artêşa Sûdanê dê daxuyaniyeke girîng bide

Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Sûdanê serok Omer El-Beşîr kirin dorpêçê û di kêliyên pêş de dê daxuyaniyeke girîng bide.

Artêşa Sûdanê dê daxuyaniyeke girîng bide
11 nîsan, 2019   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji dezgehên çapemeniyê re ragihandin ku Serokê Sûdanê Omer El-Beşîr ji aliyê artêşa Sûdanê ve hate dorpêçkirin û wê artêş daxuyaniyeke giring bide.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku yek ji endamên buroya fermandariya partiya Kongreya El-Wetenî hate binçavkirin.

Her wiha çavkaniyan gotin ne dûr e serok Omer El-Beşîr dev ji serokatiyê berde.

Desteya Radyo û televizyonan duh ragihandin ku dê hêzên çekdar ên Sûdanê daxuyaniyeke girîng bide.

(jo)