‘Di çalakiyê dê her kes bi awayên cuda piştgiriya xwe nîşan bidin’

Endama komîteya amadekar a çalakiya Kongreya Star şaxê Efrînê, ji bo piştgiriya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê got ku dê çalakî heta 15 rojan bidome û di hemû gel û saziyên sivîl bi awayekî cuda piştgiriya  xwe nîşan bidin.

‘Di çalakiyê dê her kes bi awayên cuda piştgiriya xwe nîşan bidin’
11 nîsan, 2019   08:49
ŞERVÎN MISTEFA – FÎDAN EBDULLAH – ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Berxwedana grevên birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in" duh Kongreya Star a Efrînê çalakiya piştgiriya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re lidar xistin, konê çalakiyê li navçeya Ehres li Şehbayê hate vedan.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, endama komîteya amadekar a çalakiyê Fatime Silêman ji ANHA`yê re axivî, Fatime destnîşan kir ku berxwedan û îradeya berxwedêrên grevên birçîbûnê bi serkêşiya Leyla Guven, cihê serbilindiyê ye, ji cîhanê re girêdana gel bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nîşan dide.

Fatime wiha dewam kir: "Ji bo piştgiriya bi berxwedana pîroz re û ji ber ku daxwazên wan rakirina tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, me ev çalakî li dar xist û bersiva hemû siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirkiyê pêk tîne, didin."

Her wiha Fatime diyar kir ku çalakî dê 15 rojan dewam bike, piştî şêniyên navçeya Ehres dê di roja duyemîn de şêniyên navçeya Şêrawa û Til Rifet beşdar bibin, paşê kampa Berxwedan, paşê şêniyên li kampa Serdem û Efrînê de dimînin û paşê dê tevger û sazî beşdarî çalakiya kon bibin.

Fatime anî ziman ku di rojên çalakiyê  wê gel û saziyên sivîl bi awayekî cuda piştgiriya xwe nîşan bidin.

Fatime got tê payîn çalakî bi daxuyaniyekê ji raya giştî re bi dawî bibe.

(jo)

ANHA