Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir

Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê 6 peymangehên muzîk û hunerê li kantona Efrînê girtin û gerînendeyê peymangehekê û her wiha yek ji ajanên xwe yên ji ENKS`ê revandin. Çeteyan her wiha goristaneke elewiyan jî wêran kir.

Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
Çeteyên Tirkiyê goristana elewiyan wêran kir
8 nîsan, 2019   12:33
EFRÎN

Girtina peymangehên muzîkê

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê 6 peymangehên muzîkê yên li bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê yên bi navên DarSaz, Awaz, Adîk, Arya, Aslan û Art girtine.

Her wiha gerînendeyê Peymangeha Arya ya muzîkê Mihemed Abdulrehman li navçeya Cindirêsê beriya 15`e rojan revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Kiryarên çeteyan ji revandina sivîlan didomin ku heta niha çarenûsa zêdetirî hezar kesên ku hatine revandin, ne diyar e. Li gorî çavkaniyekî ji hundirê Efrînê ku çeteyan berî 4 rojan Mihemd Egîd Sîdî û dotmama wî Necah Egîd ku her du  ji gundê Hepo yê navçeya Mabata ne, revandin.

Çeteyan kesê bi navê Emîn Amarî (27) ku ji gundê Meskê yê navçeya Raco ye, berî 4 rojan revand û çarenûsa wî hê jî ne diyar e. Her wiha hemwelatiyê bi navê Beşar Kemal Hisên Mistefa jî ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Piştî ku çeteyan sivîl direvandin da ku malên wan ji çeteyan re vala bikin, siyaseta metirsiyê li dijî sivîlan pêk dianîn. Nimûneya vê yekê jî; çeteyan gef li hemwelatiyê bi navê Îsa Ednan dixwarin da ku mala xwe ya ku li kolana El-Vêlat ji çeteyan re vala bike. Tê zanîn ku çeteyan mala bavê Îsa Ednan jî ji beriya salekê desteser kiriye. 

Girtina ajanan

Tevî ku endamên ENKS`ê ajanên dagirkeriya Tirkiyê ne û beşdarî kiryarên wêrankirinên ku çeteyan li dijî sivîlan pêk dianîn bûne, lê çeteyan endamekî wan jî dane revandin.

Li gorî agahiyên ku ajansa me ANHA`yê bi dest xistine, dagirkeriya Tirkiyê endamê ENKS`ê Hisên Îbiş ku ji gundê Xirbê ye, ji 31`ê Adara derbasbûyî ve girtiye û hîn jî çarenûsa wî ne diyar e. Ev yek jî piştî girtina endamê meclisê li bajarê Efrînê Mihemd Alî Rîda bi çend hefteyan bû, paşê bi pereyan hate berdan.

Wêrankirina goristana elewiyan û kolandina şûnwaran

Kiryarên çeteyan bi armanca pişaftin û qirkirina gelan li Efrînê didomin. Piştî ku zêdetirî 20 goristanên êzidî û elewiyên li kantona Efrînê wêran kirin, çavkaniyan diyar kir ku çeteyan Goristana Yexmûr Dada ku yek ji goristanên elewiyan ên li navçeya Mabata ye, kolandiye.

Li gorî wêneyên ku bi rêya çavkaniyan gihîştin ajansa me, çeteyan bi armanca talankirina şûnwaran goristan kolane.

(eh)

ANHA