Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû

Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo yekemîn pêşangeha hunerî ya wêneyan bi navê Pêşangeha Şehîd Egîd Çîlo vekir.

Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
Bi navê şehîd Egîd Çîlo pêşangehek vebû
8 nîsan, 2019   12:35
QAMIŞLO

Di pêşangehê de ku îro li Dibistana Hitîn hate lidarxistin, şêniyên bajarê Qamişlo, mamosteyên zimanê kurdî, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî amade bûn. Armanca pêşangehê derxistina behreyên mamosteyan e.

Wêneyên ku di pêşangehê de tên pêşandan, balê dikêşin ser xweza, jin, çand û mîrasa herêmê, êşa gel û keda şehîd Egîd Çîlo û berxwedana têkoşer Leyla Guven.

Wênesaz Samir Kalo ku bi 5 tabloyan beşdarî pêşangehê bû, da zanîn ku armanca pêşangehê derxistina behreyên mamosteyan e û wan derbasî xwendekaran bikin, her wiha êşa gelê Kurd, çand û folklora kurdî û xweza û xweşikiya Kurdistanê derxin pêş.

Deriyê pêşangehê dê li pêşiya xwendekaran vekirî be û dê tablo li Dibistana Hitîn a bajarê Qamişlo bimînin û tê payîn ku di pêşangehê de xwendekaran li ser çawaniya xêzkirina wêneyan fêr bikin. 

Ji bo rûmetdayîna keda şehîd Egîd Çîlo ku yek ji mamosteyên zimanê kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê xwe derbas kir û zêdetirî 27 salan ji bo pêşxistina zimanê kurdî tê koşiya û di 13`ê Sibata 2019`an de dema ku bi erka xwe radibû bi qezayê şehîd bû, ji ber vê yekê navê wî li pêşangehê hate kirin.

(jo)

ANHA