Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran

Li Serêkaniyê Dibistana Xidir Dirêî ya Seretayî, pêşangehek ji destkarî û wêneyên xwendekarên dibistanê vekir.

Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
Li Serêkaniyê pêşangeha xwendekaran
8 nîsan, 2019   12:27
HESEKÊ

Bi armanca derxistina behreyên xwendekaran ên hunerî, îro Dibistana Xidir Dirêî ya Seretayî li taxa Zerdeşt a bajarê Serêkaniyê, pêşangehek ji destkarî û wêneyên xwendekaran  vekir. Wêne û destkarî li fêrgehên dibistanê hatin daliqandin.

Pêşangehê heta dawiya dewama dibistanê dewam kir û bi beşdariya malbatên xwendekar û endamên Meclisa Serêkaniyê hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên xwezayê û amûrên ku ji pelan hatine çêkirin, hatin pêşandan.

Pêşangeh ji aliyê yek ji rêveberên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Serêkaniyê Stêr Reşk ve hate vekirin, paşê beşdar li nava pêşangehê geriyan.

Ji rêveberiya Dibistana Xidir Dirêî Bedîa Seyid Ehmed wiha got: "Pêşangeh bi armanca diyarkirina behreyên xwendekaran û teşwîqkirina wan ji hunerê re hatiye vekirin."

Di dawiyê de pêşangeh bi pêşandana şanoyê ji aliyê komeke xwendekaran ve ku rewşa dibistanên Efrînê di dema dagirkeriyê Tirkiyê de û ferzkirina zimanê tirkî li xwendekaran, bi dawî bû.

(eh)

ANHA