Teqîna Minbicê li Idlibê hatibû plankirin.. gelo destê Tirkiyê di êrîşê de heye?

Di destpêka vê salê de li Minbicê li dijî hêzên hevpeymanê êrîşek terorê pêk hat. Yek ji çeteyên ku teqîn pêk anîn diyar kir ku êrîş ji aliyê çeteyan li Idlibê hatiye plankirin. Teqemeniyên ku hatine bikaranîn jî ji Idlibê û bi rêya di bin dagirkeriya Tirkiyê de birine Minbicê. Gelê destê Tirkiyê di vê êrîşê de heye?

Teqîna Minbicê li Idlibê hatibû plankirin.. gelo destê Tirkiyê di êrîşê de heye?
5 nîsan, 2019   04:16
AZAD SEFO- EHMED MİHEMED - NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 16`ê Çileya 2019`an de komên çete li pêşiya xwaringeh Qesr El-Umera ya li bajarê Minbicê, li dijî komeke hêzên hevpeymanê de êrîşek pêk anîn. Di encamê de 4 leşkerên Amerîkayê, du şervanên QSD`ê û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrîşê Hêzên Ewlekariyê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyan operasyonek pêk anîn û hin kesên ku hevkarên êrîşê bûn girtin. Yek ji wan jî çeteyê bi navê Ebdilezîz Mihemed El-Şecî ye. El-Şecî derbarê plana êrîşê de gelek agahî dan.

Çeteyê bi navê Ebdilezîz Mihemed El-Şecî sala 1992`an li bajarê Girê Spî jidayik bûye. Di sala 2014`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Girê Spî dagir kirin, wî bi rêya çeteyê Tûnisî Ebû Ebdilrehman Eltûnisî DAIŞ nas kiriye. Piştre tevlî perwerdeya Şerîetê bûye. Paşê jî li deriyê sînor yê Girê Spî ku li hember navçeya Akçakale ya girêdayî bajarê Rihayê (Bakurê Kurdistanê), weke nobedar hatiye erkdarkirin.

Hevkariya Tirkiye û DAIŞ’ê ya li deriyê sinor

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAIŞ`ê kir. Ji bo çeteyên biyanî tevlî nava DAIŞ`ê bibin deriyên sînor li pêşiya wan vekirin û pêdiviyên wan pêk anîn. Çete Ebdilezîz El-Şecî jî şahidê van kiryaran bû, didît ku çawa ambûlansên Tirkiyê birîndarên DAIŞ`ê derbasî Tirkiyê dikin.

El-Şecî tiştên ku di dema nobedariya xwe ya li deriyê sînor dîtine wiha vedibêje "Dema ku min li deriyê sînor nobedarî dikir, min gelek mînakên hevkariya DAIŞ`ê û Tirkiyê dîtin. Endamekî DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Haris hebû, wî bi artêşa Tirkiyê re têkilî datînî da ku amblansên Tirkiyê birîndarên DAIŞ`ê veguhêzin bajarên Tirkiyê. Di wê demê de Tirkiyê rê li pêşiya derbasbûna welatiyan girtibû, lê derî ji DAIŞ`ê re vekirî bû. Rojane bi sedan kes derbasî Sûriyê dibûn û tevlî DAIŞ`ê dibûn".

Dema ku çete Ebdilezîz li deriyê sînor nobedarî dikir, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di Gulana sala 2015`an pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ragihand. YPG êdî ber bi Girê Spî ve diçû (bajar roja 15`ê Hezîrana 2015`an hate rizgarkirin). Çete Ebdilezîz 8 mehan li deriyê sînor xebitî, paşê dema ku Girê Spî kete çembera şervanên YPG`ê, çete Ebdilezîz çû Reqayê. Li Reqayê weke ajokarê ambulansê hate erkdarkirin û çeteyên birîndar ji Reqayê vediguheztin bajarê Mûsilê yê Iraqê.

Ji Meyadînê çû Minbicê

Destpêka sala 2017`an Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêngava Xezeba Feratê ya rizgarkirina bajarê Reqayê destpê kir. Wê çaxê çete Ebdilezîz ji Reqayê derket û çû bajarê Meyedînê yê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê. Lê wê demê artêşa rejîma Sûriyê bajarê Meyadînê bombebaran dikir. Lewma çete Ebdilezîz xwest ji wir bireve. Meha Tîrmeha 2017`an bi dizî û bêyî ku agahiya fermandarên wî jê hebe, bi rêya qaçaxçiyê bi navê Amir dîsa vegeriya Reqayê. Ji Reqayê jî dîsa bi rêya qaçaxçiyan ew û malbata xwe çûne bajarê Minbicê û li wir li cihekî kirîn û firotina erebeyan xebitî.

Li Minbicê çeteyekî DAIŞ`ê dibîne

Piştî 8 mehan çete Ebdilezîz çeteyekî ku berê li Reqayê ew nas kirbû dibîne. Ebdulezîz got: "Min li Minbicê çeteyê bi navê Ebû Neda Elkurdî dît, berê dema ku ez li Tugaya Elbetar ya li bajarê Reqayê bûm min ew nas kir. Ebû Neda Elkurdî li Reqayê ava vexwarinê digihand çeperên DAIŞ`ê".

Ebû Neda ji çete Ebdilezîz re dibêje ku çeteyê bi navê Ebû Elî jî li Minbicê ye û ew ê jêre bêje ku Ebdilezîz jî li vir re".

Plana teqîna Minbicê

Çeteyê bi navê Ebû Elî yek ji fermandarên DAIŞ`ê bû, ji bajarê Idlibê ye. Ew li bajarê Reqayê  rêveberê buroya koçberiyê ye. Wî tevgera derbasbûna çeteyên biyanî ji Tirkiyê bo Sûriyê birêve dibir. Cihê wî nayê zanîn. Ji ber ku ew li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê yên mîna Cerablus, El-Bab û Idlibê digere û bi rêya çeteyên “Mertala Feratê” derbasî bajarê Minjbicê dibe.

Çete Ebdilezîz dibêje ew tenê dizane ku Ebû Elî ji bajarê Idlibê ye, bi hin kesên li Idlibê re di nava têkiliyê de ye û cihê wî nayê zanîn. Her wiha wî (Ebû Elî) êrîşa roja 16`ê Çileya 2019`an ya li dijî hêzên hevpeymanê plan kiriye, wî teqemenî ji Idlibê bi rêya herêmên di bin dagirkeriya Tirkyê de derbasî Minbicê kirine.

Ebdilezîz behsa hevdîtina xwe û Ebû Elî dike...

Çete Ebdilezîz bi rêya çete Ebû Neda Elkurdî, bi çete Ebû Elî re hevdîtinê pêk tîne. Ebdilezîz got: “Ebû Neda bi telefonê bi min re axivî û ji min xwest ku biçim mizgefteke nêzîk. Li wir min her du dîtin, Ebû Elî pirsa rewşa jiyanî ya li Minbicê kir. Her wiha pirsa rewşa giştî û bi tyabet jî pirsa herêmên hêzên hevpeymanê kir. Di dawiyê de hijmara telefona min bir da ku paşê bi min re têkeve têkiliyê".

Piştî heftiyekê çete Ebû Elî bi Ebdilezîz re diaxive û jêre dibêje ku çete Ebû Neda hatiye girtin û nizane kî ew girtiye. Her wiha jêre dibêje ku ew ê biçe bajarê Idlibê û ji wir bi rêya Telegramê pêre têkilyê çêbike.

Amadekariyên plana teqînê

Piştî du mehan çete Ebû Elî ji Idlibê hate Minbicê û bi çete Ebdilezîz re civiya. Ebdilezîz got: "Min Ebû Elî dît, ew li ser motosiklêtekê bû. Dema ku em bihevre li Minbicê geriyan me dewriyeyeke hêzên hevpeymanê dît. Ebû Elî xwe nêzî wê kir û Mobil` a xwe vekir û li Tora (şebeke) telefonê geriya. Dixwest zanibe ka toreya telefonê li nêzî erebeyên hevpeymanê dikşîne lê na. Wî dît ku nakişîne û telefon qut dibin. Lewma aciz bû, ji min xwest ku eger min careke din erebeyên hêzên hevpeymanê dîtin, ez binerim ka telefon dikşînin lê na".

Piştî mehekê çete Ebdilezîz bi çete Ebû Elî re axivî û jêre got ku karwanekî hêzên hevpeymanê ketiye bajarê Minbicê. Ebû Elî jê xwest ku karwanê bişopîne. Ebdulezîz got: "Piştî Ebû Elî gihişt cihê ez lê, ji bêrîka xwe alaveke biçûk derxist, ew alav ya bihêzkirina tora telefonan bû. Ji min xwest ez bi motosiklê xwe nêzî erebeyên hevpeymanê bikim, lê dîsa tora telefonan li cihên nêzî erebeyên hevpeymanê tunebû".

Çima Ebû Elî pirsa tora telefên dikir

Çete Ebdilezîz dibêje ku Ebû Elî dixwest êrîşeke mezin pêk bîne û wiha pê de çû: “Dixwest erebeyeke mezin bombe bike, di rêya konvoyên hevpeymanê de bi rêya telefênê ji dûr ve biteqîne. Yan jî teqemeniyan li ser rê deyne û ji dûr ve biteqîne. Lê ji ber ku tora telefonê nebû, Ebû Elî ji bo êrşîa li dijî hêzên hevpeymanê li planeke nû geriya.”

Ebû Elî vedigere Idlibê û plana li dijî hêzên hevpeymanê amade dike

Ebdilezîz dibêje ku çete Ebû Elî biryar da ku vegere Idlibê, piştî ku gihişt Idlibê bi çete Ebdilezîz re axivî û jêre got ku kesek dê derbasî Minbicê bibe û pêwîste ew cihekî jêre peyda bike. Ew kes jî Ebû Yasîn bû, ji gundewarên Himsê bû. Ebdilezîz axaftina xwe wiha domand: “Piştî çend rojan Ebû Yasîn axivî û ji min xwest ku ez wî bînim mala xwe. Roja din xwest em herin bazara bajêr da ku ji xwe re cilan bikirie, dema em li bazarê bûn Ebû Elî bi min re axivî".

Êrîşa li dijî hêzên hevpeymanê çawa pêk hat

Roja 16`ê Çileya sala 2019`an çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya xwaringeh Qesr El-Umera ya li kolana Elsundus a bajarê Minbicê, li dijî komeke hêzên hevpeymanê êrîşek pêk anîn. Di encamê de 4 leşkerên Amerîkayê, du şervanên QSD`ê û 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Çete Ebdilezîz der barê kêliyên beriya êrîşê wiha axivî: "Ebû Elî bi telefonê bi min re axivî û ji min xwest ku biçim bazara şînî da ku li wir wî bibinim. Min Ebû Elî dît, hin kîsên (tûrên) şînî û kîsekî reş tije teqemenî di destên wî de bûn. Wê  kêliyên ez bi qasî 5 deqeyan ji erebeyê derketim da ku mobila xwe dagrim. Ebû Elî bi min re axivî û xwest ku bi lez biçim erebeyê, dema ez gihiştim Ebû Yasîn derket û çû cihê ku erebeyên hevpeymanê li wir in. Ebû Elî jî erebe ajot û kete nava taxên bajêr, wê çaxê me ji cihê ku erebeyên hevpeymanê lê ne dengê teqîneke mezin bihîst. Pitşî teqînê Ebû Elî ji min xwest ku telefona xwe tune bikim û got ku Ebû Yasîn xwe bi hêzên hevpeymanê ve teqandiye. Em ji hev qut bûn û ji wê rojê de min Ebû Elî nedît".

Ebû Elî teqemenî ji kû anîn û çawa derbasî Minbicê kirin

Bajarê Minbicê dikeve ser xeta çamê Sacûrê, herêmên aliyê din ê çem di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ne. Çete Ebdilezîz dibêje ku çete Ebû Elî yê ji Idlibê êrîşa li dijî hêzên hevpeymanê plan kiriye û ji Idlibê teqemenî di rêya herêmên di bin dagirkreiya Tirkiyê de derbasî Minbicê kirine. Ev yek jî pirsa; gelo destê Tirkiyê di êrîşê de heye lê na derdixe pêş. Bi taybet ji ber ku çete Ebû Elî gelek caran di navbera Idlibê û herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de digeriya.

Ebdilezîz di operasyoneke ewlehiyê de hate girtin

Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê operasyon destpê kir. Roja 23`ê Çileyê çete Ebdilezîz yê ku hevkarê êrîşê ye hate girtin. Ebdilezîz di lêpirsînê de li xwe mukir hat ku wî di êrîşa li dijî hêzên hevpeymanê ya li bajarê Minbicê de hevkarî kiriye.

(k)

ANHA