Artêşa Lîbyayê ber bi Terablusê ve diçe

Artêşa Lîbyayê ya niştîmanî îro Pêncşemê operasyona rizgarkirina peytexta Lîbyayê Terablusê ji komên girêdayî hikumeta Wîfaq Wetenî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê û Qeterê digire, ragihand.

Artêşa Lîbyayê ber bi Terablusê ve diçe
4 nîsan, 2019   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermendarê artêşa niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter piştî rojekê ji ragihandina operasyonekê li rojavayê welêt ferman da artêşa Lîbyayê da ku ber bi Terablusê ve pêşde biçe.

Artêşa niştîmanî ya Lîbyayê jî îro ragihand ku artêş gihaştiye nuqteyek li başûrê bajarê Xeryan ê ku dikeve başûrê Terablusê.

Her wiha artêş ragihand ku bajarê Serman ê ku 60 km ji Terablusê dûr e xistiye bin serweriya xwe.

Ji aliyê xwe ve berdevkê artêşa niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ji Sky News re got, ku artêşa Lîbyayê piştî biryarên fermendariyê ji bo tinekirina terorê û kesên sûcdar, seferberiya giştî ragihandine.

El-Mismarî got, yekîneyên artêşa Lîbyayê ber bi herêma rojava ve pêşde diçin û li çiyayê Xeryan bi komên çekdar re şer rû daye.

Her wiha El-Mismarî ragihand ku 8 tuga li El-Cevra kom dibin û hêzên artêşê dê veguhezin derdora peytexta Lîbyayê Terablusê.

Çavkaniyan ji Reutrsê re gotin, îro Pêncşemê hêz ji Misrata ber bi Terablusê ve ketine rê da ku li hember pêşdeçûna artêşa Lîbyayê ber bi Terablusê ve bisekinin.

Di demek berê de ji îro komên Lîbyayê yên girêdayî hikumeta Wîfaq Wetenî ji Misrata ragihandin ku ew amade ne li hember hêzên Heftar bisekinin.

Tê zanî ku endamên koma "Îxwan El-Muslimîn" a ku desteka xwe ji Tirkiyê digire li Misratayê bi cih dibin. Hêzên Hefetê gelek caran Tirkiyê û Qeter bi destekdayîna terorê û destwerdana di karûbarên welêt sûcdar kiribû.

(şx)