Şehîdek ji destana gundê Mezlûma

Ji bo avakirina pêşerojek azad û ronî canê xwe feda kir. Digot: "Rakirina navê şoreşegî tiştek ne hêsan e, ev nav barek giran e. Ji ber wê divê em layîqî vî navî bin. Ne ku her yek dibêje ez şoreşger im, dikare wateya wê ya rastîn bidêyê."  Berzan Neimo bi van gotinan tevlî şoreşê bû û stêrkek a azadiyê vêxistin.

Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
Şehîdek ji destana gundê Mezlûma
5 nîsan, 2019   04:30
ŞÎNDA EKREM-QAMIŞLO

Gelê Kurd di dirêjahiya serdeman de êş û azar ji pergalên serdest kişandine. Gelê Kurd bû qurbanê lîstokên pergalên ku xaka wî dagir kirine, lê komploya li dijî Kurdistanê têgihiştibûn. Ji ber wê bi sedan ji ciwanên Kurd têkoşiyan û ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin.

Li ser vê riyê gelê Kurd bi hezaran ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Rizgariya Kurdistanê hemêz kirin û fikrê Ocalan nas kirin. Malbata şehîd Berzan Neimo yek ji malbatên ku fikrê tevgerê nas kiriye û bi awayekî veşratî dûrî çavên rêjîma Baas xebitiye.

Çîroka wî

Berzan Meimo di sala 1972`yan de li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Qamişlo di hemêza malbatekê de ku debara xwe bi çandinî û avahîsaziyê peyda dike ji dayîk dibe. Malbata şehîd ji du keç û du xortan tevî dê û bav Fezriye û Silêman Neimo pêk tê.

Malbat di nav cîranên xwe de bi exlaqa xwe ya baş, danûstandina xweş û mirovî bicîrana re tê naskirin.

Berzan piştî qedandina asta seretayî dest ji xwendinê berdide ji ber ku malbata wî mîna gelek malbatên Kurd ji wergirtina nasnameya Sûrî mehrûm e. Ji ber wê ji mafê xwe di temamkirina xwendinê de û gelek mafêndin bê par ma.

Berzan bi camêriya xwe û alîkariya xizanan dihat naskirin. Bi demê re Berzan nikare li bajarê xwe bimîne û diçe Lubnanê, bi şev û roj dixebite. Heya demekê agahiyên malbatê jê qut dibin.

Dîlber xwişka Berzan dibêje piştî wefata bavê wan, şert û mercên dijwar jiyan kirin. Ji ber wê Berzan neçar dimîne bi şev û roj bixebite da ku debara malbata xwe peyda bike. Berzan hem di çandiniyê de û hem di avahîsaziyê de dixebite.

Xwişka Berzan ya din diyar kir ku Berzan ji bo malbata xwe dixebitî û malbat hemû li ser pişta wî bû.

Piştî çend salan Berzan vedigere warê xwe, dizewice û du keçên wî çêdibin. Piştre tevî malbata xwe berê xwe dide Şamê.

Tevlibûna şoreşê

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re Berzan tevî malbata xwe vedigere Tirbespiyê. Paşê piştî ku şoreş ji Kobanê di sala 2012`an de destpê dike, tevlî  Hêzên Asayîşê dibe. Piştî wê di  piştre di sala 2013`an tevlî YPG`ê dibe.

Berzan tevî heval û cîranên xwe herêma xwe diparêze û cihê xwe di gelek erkan de digre.

Hevrêya wî Nûcan Hesen dibêje Berzan tevlî nav refên şoreşê bû da ku riya têkoşeran berdewam bike û soza parastina axa xwe da.

Nûcan ev tişt anî ziman: "Xusletên wî yên taybet hebûn. Ji kedê hez dikir û ji bo parastina rûmeta gel û axa xwe kedên bêhempa dida."

Mihemed Hisên hevalê Berzan destnîşan kir ku gelek ciwan di destpêka aloziya Sûriyê de ji welêt reviyan, lê Berzan wisa nekir berovajî wê bi dehan ciwan teşwîqî tevlibûnê dikir.

Hêjayî bicihanîna erkan e

Hevalê şehîd Berzan Faris Mihemed tevlibûna Berzan di bicihanîna erkan de bi bîr xist û got: "Berzan di bicihanîna erkan de çalak bû. Tevlî YPG`ê bû û hertim dixwest di eniyan de li dijî çeteyan şer bike."

Dema şer li eniyên Herêma Cizîrê gur bû bi taybet li Til Hemîsê başûrê bajarê Qamişlo, wê demê Berzan bi israr dixwaze tevlî şer bibe. Lê fermendarî daxwaza wî red kir ji ber ku malbata xwe xwedî dikir. Lê Berzan wisa bersîva biryara fermendariyê da: "Eger ez şehîd bikevim hûnê zarokên min biparêzin."

Şehîdbûn

Berzan bi israra xwe tevlî eniyên şer bû. Hevalê wî Mihemed Hisên behsa kêliyên xatir xwestinê kir û got: "Em di nobetdariya xwe de heya 3 rojan beyî ku em xew bikin man. Şevekî saet 12:00`an nîvê şevê bû, çeteyan bi hejmarek mezin û bi çekên giran êrîşî me kirin."

Ruxmî nuqteya ku Berzan tevî hevalên xwe cihê digirtin rastî êrîşekê mezin hat jî, lê Berzan dest ji nuqte û hevalên xwe berneda heya ku li ber çavên hevalên xwe şehîd bû. Berzan di 26`ê Tîrmeha 2013`an de li gundê Mezlûma yê girêdayî Tirbespiyê yê kantona Qamilşo tevî 12 hevalên xwe tevlî kerwanê şehîdan dibe.

(şx)

ANHA