Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin

Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.

Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
Bi boneya rojbûna Ocalan dar têne çandin
3 nîsan, 2019   11:43
QAMIŞLO

4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi vê boneyê şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma "Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin û bi rêber Ocalan re azad bijîn" li Çerxerêya Şehîd Osman Sebrî kom bûn da ku daran biçînin.

Şêniyan zêdetirî 100 dar li ser rêya hizam a ku li bakurê bajêr dikeve, çandin. Gel dirûşmên  têkoşîna li dijî AKP`ê û silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtin.

Ji rêveberên Kongreya Star Xaliya Necar ku beşdarî çandina daran bûye, destnîşan kir ku Ocalan ji bo parastina xweza û ekolojiyê banga çandina daran dikir. Xaliya diyar kir ku ew her tim daran biçînin, dê li ser vê çandê bimînin, dê her tim şopdarên rêya fikr û felsefeya Ocalan bin û ji bo rakirina tecrîdê dê tê bikoşin û li ber xwe bidin.

Welatiya bi navê Emîra Ebdo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha anî ziman: "Ev roj ji bo me girîng e. Rêber Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e lê belê rêberê tevahî gelên bindest e."

Emîra Ebdo diyar kir ku firkên Ocalan jin di hemû aliyan de bi pêş xistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber wê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Em ê heta azadiya rêber Ocalan û şikandina tecrîdê destekê bidin wan."

Tirbespiyê

Kongreya Star bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê berê xwe da Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan û baxçeyê Çerxerêya Azadî û dar lê çandin.

Şêniyan dar di her du baxçeyan de çandin û paşê govend hate gerandin.

(bx)

ANHA