Li Holê baxçeyek hate vekirin

Bi boneya nêzîkbûna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komîteya Ekolojiyê ya Şaredariya Holê bi navê "Parka Jinan" parkek vekir.

Li Holê baxçeyek hate vekirin
Li Holê baxçeyek hate vekirin
Li Holê baxçeyek hate vekirin
Li Holê baxçeyek hate vekirin
3 nîsan, 2019   11:32
HESEKÊ

4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan e. Bi boneya rojbûna Ocalan, Beşa Ekolojiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Holê ya kantona Hesekê parka bi nave "Parka Jinan" vekir.

Merasîma vekirina parkê bi beşdariya bi dehan şêniyan û hêzên leşkerî hate lidarxistin. Paşê park ji aliyê hevserokê Şaredariya Gel a Holê Xelîl Nûman ve û bi sloganên "Bijî berxwedana Rêber Apo û “Azadî ji Ocalan re" ve hat vekirin.

Piştî vekirina parkê beşdaran gelek dar li parkê çandin.

Hêjayî gotinê ku Beşa Ekolojiyê ya Şaredariya Gel a Holê amadekariyên vekirina parkeke din li navçeyê dike ku pêlîstokên zarokan tê de hebin.

(eh)

ANHA