ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.04.2019
2 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Bi boneya nêzikbûna rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên şehîdan a bajarê Kobanê dê gul û daran li goristanên şehîdan ên Kobanê biçînin saet 11:00`an.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Navenda Lêkolînên Stratejîk û Diyalogê semînerek a bi navê `Islama demokratîk` li ser dika dibistana amadehî ya pîşeyî ya li bajarê Minbicê orgenîze dike. Şêx Riyad Dirar hevserokê MSD`ê di semînerê de diaxive saet 13:00`an.( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa bajarê Qamişlo bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek ê li taxa Rojhilat a bajêr organize dike saet 15:00`an. Girêdayî heman mijarê Kongreya Star a bajarê Hesekê semîner û sinevizyonek li hola Senabêl organize dike. Saet 10.00’an (BI WÊNE Û DÎMEN). Kongreya Star a Dirbesiyê jî semînerek li Navenda Çand û Hunerê organize dike saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanên birîndar yên ku di pêngavên cuda de li dijî DAIŞ`ê  birîndar bûne, serkeftina QSD`ê li gelê Sûriyê pîroz kirin û tekez kirin ku têkoşîna wan dê berdewam bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine gotin: “Ocalan yekrêzî, rêxistinkirin, azadiya jinê û têkoşîn bi me re nîqaş dikir.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyê bi navê Nezmî Hemo ( 58) yê ji gundê Mamalayê ye beriya 5 mehan ji bo hilbirîna zeytûnan vedigere Efrînê, li wir rastî binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê. Nezmî Hemo serpêhatiya xwe bi ajansa me re parve dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Koordînetorê Giştî yê Hevlabendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê  Ehmed El- Erec diyar kir ku Tirkiye diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike û wiha got: “Dema danûstandin di navbera rêjîma Sûriyê û MSD`ê de destpê kir, Tirkiyê hewl da li hember lihevkirina her du aliyan bibe bend û asteng bike. Di Cinevê de Tirkiyê li hember nûnertiya hêzên niştîmanî ya Sûrî da ku bighêjin çareseriya alzoiya Sûriyê bûbû asteng.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso got: “ Divê dewletên navnetewî helwest nîşanî dagirkeriya “Mertala Firatê” bikin. Ji ber ku xeta “Mertala Firatê”, xeta DAIŞ’ê ye.”.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Desteya Jin a Serêkaniyê  navendekÊ ji bo desteka derûnî vedike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Emîne Kalo jinek Êzidî ye û ji 2014`an ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin. Şervanên QSD`ê di kêliyên dawîn de wê tevî gelek jinên Êzidî ji çeteyan rizgar dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Erdogan ê ku sûd ji aloziya Sûriyê girt û bi komên çete û dagirkirina hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin dide diyarkirin, êdî derbeyan dixwe. Binkeftina destpêkê ya Erdogan li Kobanê bû û binketina herî mezin jî li gundê Baxozê yê Dêrazorê jiyan kir. Îro jî di hilbijartinan xwecihî de ber bi jêr ve diçe. Bi vê yekê dê gelê azadîxwaz bidawîbûna dîktatoriya wî raghînin.

ÇAND Û HUNER

-Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şano ya 4`emîn bi pêşkêşkirina şanoyan li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewame. Koma Şehîd Merwan şanoyek bi navê `Hêviyên dayîkan` pêşkêş dike saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku Komseriya Bilind a Karûbarên Koçberan a Netewên Yekbûyî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor berpirsên pirsgirêkên koçberên kampa Holê ne. Rêveberiya kampê bang li wan kir ku girtekên bîrokrasiyê derbas bikin, bi lez cihek ji bo danîna konan diyar bikin û konan li koçberan belav bikin. Li kampê 10 hezar kes bê kon in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Heyva Sor a Kurd ji bo niştecihên kampa Holê amadekariyên vekirina nexweşxaneyekê dike ku ji 3 beşan û 17 textan pêk tê.

ANHA