Şervanên birîndar: Serkeftina QSD’ê xweşiktirîn destan di rûpelên dîrokê de nivîsand

Şervanên birîndar yên ku di pêngavên cuda de li dijî DAIŞ`ê  birîndar bûne, serkeftina QSD`ê û li gelê Sûriyê pîroz kirin û gotin: “Serkeftina QSD’ê xweşiktirîn destan di rûpelên dîrokê de nivîsand. Ev serkeftina bi saya şehîdan pêk hat.”

Şervanên birîndar: Serkeftina QSD’ê xweşiktirîn destan di rûpelên dîrokê de nivîsand
2 nîsan, 2019   04:32
MINBIC-ŞÎLAN MIHEMED- SELWA EBDULREHMAN

QSD’ê di 23’ê Adarê de bi awayek fermî serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand. Serkeftina QSD’ê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîrozkirin.

QSD’ê di daxuyaniyekî de diyar kir ku di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 11 hezar şervan şehîd bûne û 21 hezar şervan birîndar bûne. Şervanên gazî serkeftina QSD`ê pîroz kirin.

Şervanê bi navê Elî Abdullah di şerê rizgarkirina Minbicê de lingê xwe winda kir. Abdullah serkeftina QSD`ê li gelê Sûriyê pîroz kir û fedekariyên QSD`ê yên ji bo têkbirina DAIŞ’ê silav kir.

Abdullah wiha domand: "Ev serkeftin bi saya keda şervanên QSD`ê hate bidestxistin. Em ê bi serbilindî têkoşîna ku me li dijî DAIŞ`ê destpê kiriye berdewam bikin. Îro serkeftin pêk hat. Ev serkeftin berhema tevahiya şervanên ku li hember çeteyan sekinîn û şer kirine."

Şervanê gazî yê bi navê Casim Mihemed ê ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de bi guleyekê birîndar bûye got: “Em bi serkeftina QSD`ê serfiraz in. Me dest bi pêngavên têkbirina DAIŞ’ê kir. Hevalên me rêya ku me destpêkirî gihandin serî û serketin.”

Şervanê bi navê Mihemed El-Cadir jî di şerê rizgarkirina Minbicê de lingê xwe winda kiriye. El-Cadir girêdayî mijarê wiha got: "Em xwediyê vê xakê ne û ji mafê me ye ku em destkeftiyên şehîdan biparêzin. Serkeftina li Baxozê destkeftinek mezin e. Îro rojek dîrokî ye û dê di hişê me û nifşên bên de zindî be."

Yek ji şervanên QSD’ê Hemze Qibê ku wî jî lingê xwe di şerê pêngava Minbicê de winda kiriye. Qibê serkeftina QSD’ê pîroz kir û wiha got: “Serkeftina QSD’ê xweşiktirîn destan di rûpelên dîrokê de nivîsand. Ev serkeftina bi saya şehîdan pêk hat.”

Têkildarî heman mijarê Mihemed Hindawî yê ku di pêngavên li dijî DAIŞ`ê de birîndar bûye destnîşan kir ku wek ciwanên Sûriyê ew serfiraz in û wiha axivî: “Ji ber ku ji mezintirîn komên terorîst xilas bû. Armancên şehîdan bi têkbirina DAIŞ’ê pêk hat.”

Şervanên gazî gotin ku ew amedene li dijî terorê bisekinin.

(şx)

ANHA