Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji komên çete û peydabûna ewlehî û aramiyê li herêmê  liv û tevgera li bazarên pîşezasiyê geş bûn.

Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
Li Reqayê bazarên pîşezariyê geş bûne
1 nîsan, 2019   07:21
HEMED EL-MUSTEFA - REQA

Pîşesazî yek ji hêmanên sereke yên aboriya bajarê Reqayê ye. Piraniya niştecihên bajêr debara xwe ji pîşesaziyê bi cih tînin. Êdî şêniyên bajêr û gundewarên wê naçin bazarên derve. Ji ber ku ji ber ku hemû pêwîstiyên wan li bazara Reqayê  peyda dibin.

Di demên dawî de, anku piştî rizgarkirina bajar ji çeteyên DAIŞ‘ê peydebûna ewlehiyê tevgera li bazarên pîşezasiyê geş bûye.

Di havînê de bazarên pîşesaziyê ji demên dîtir geştir dibin, ji ber bilindbûna pileya germê ku bandoreke ne baş li madeyên sotemeniyê dike. Di encamê de erebeyên şêniyan xirab dibin û wan dibin gel dikanên pîşeyî û tamîr dikin.

Ji bo vegotina rewşa geşbûna bazarên pîşesaziyê li Reqayê, xwediyê dikana mîkanîka erebeyan ê bajêr Nûr El-Hemdan ji ajansa me re axivî û got: “Şêniyên gundewar gelek sûd ji bazarên pîşesaziyê girtine. Ji ber hebûna gelek dikanên pîşeyî astengiyên şêniyan di tamîrkirina erebeyan de kêm bûne û êdî neçar namînin ku biçin herêmên dîtir ên Sûriyê da ku parçeyên guhertina erebeyan peyda bikin.”

El-Hemdan destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya di navbera bazirgan, xwediyên dikanan û muşterî de ji ber rewşa dolarê derdikeve.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku ji ber peydabûna parçeyên guhertina erebeyan di dikanên pîşeyî yên Reqayê de rolek mezin di arambûna buhaya kirîn û firostinê parçeyan de lîstiye.

(şx)

ANHA