Li Rihayê parazvanê wekîlê AKP’ê bi keleşan êrîşî HDP'iyan kir

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê parazvanê wekilê AKP'î Halîl Ozşavli, xwest bi keleşê êrîşî endamên HDP'ê bike. Li şûna ku polîs mudaxaleyî AKP'iyan bike bi xaza îsotê mudaxaleyî HDP'iyan kir.

Li Rihayê parazvanê wekîlê AKP’ê bi keleşan êrîşî HDP'iyan kir
31 adar, 2019   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Taxa Cumhuriyetê ya Navçeya Wêranşar a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê li Dibistana Ulubatê piştî jimartina dengan bi dawî bû, Wekîlê AKP'ê yê Rihayê Halîl Ozşavli bi 15 parazvanên xwe hatin û bi HDP'iyan re niqaş kirin. Pişti niqaşan Ozşavli dibistan terk kir. Dema Ozşavli ji dibistanê derket, parazvanê wekil kalaşnikofa xwe ji maşînê derxist û xwest êrîş bike. Welatiyan bi zorê we li maşinê suyar kir û ji cihê bûyerê dûrxistin. Gelek welatî jî ji aliyê parazvanên wekîlê AKP'ê ve rastî lêdanê hatin. Polîsên hatin cihê bûyerê jî bi xaza xwezayî êrîşî HDP'iyan kir.

Di  24'ê Hezîranê de jî li navçeya Pirsûs a Rihayê wekilê AKP'ê  Îbrahim Halil Yıldız û parazvanên wî êrîşî esnaf Şenyayşar kiribûn û di êrîşê de bav Esvet Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.