Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn

Di merasîma bîranîna şehîdên meha Adarê yên Minbicê de, fermendarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd El-Elî, anî ziman ku tinekirina DAIŞ`ê mîna qutkirina lingê axtapotê ye û got: "Ev yek bi rêya rizgarkirina Efrînê pêkan e."

Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
Şehîdên Minbicê yên meha Adarê hatin bi bîranîn
31 adar, 2019   17:49
MINBIC

Meclisa  Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê îro merasîma bîranîna şehîdên meha Adarê li Goristana Şehîdan a Minbicê organize kir. Bi dehan şêniyên Minbicê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê Hesna El-Zahir axivî û anî ziman ku şehîdan ji bo parastina gel û axa xwe destanên lehengiyê nivîsandin û ji cîhanê re isbat kirin ku ew gelek azadî û aştîxwaz e.

Hesna serkeftina QSD`ê li malbatên şehîdan pîroz kir.

Piştre bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbic fermendar Mehmûd El-Elî axivî û serkeftina QSD`ê li malbatên şehîdan pîroz kir. El-Elî diyar kir ku ji bo tinekirina hişmendiya DAIŞ`ê hevgirtina gelên herêmê pêwîst e û destnîşan kir ku tinekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve mîna qutkirina lingek ji lingên axtapotê ye û got: "Ev yek wê bi rêya rizgarkirina Efrînê pêkane be."

El-Elî soza şopandina rêya şehîdan heya dilopa dawî da.

Piştî bi dawîbûna axaftinan mûm li gorên şehîdan hatin vêxistin.

(şx)

ANHA