Pêkhateyên Hesekê Cejna Ekîto pîroz kirin

Pêkhateyên bajarê Hesekê bi şahiyekê Cejna Ekîto ya 6769 pîroz kirin.

31 adar, 2019   17:19
HESEKÊ

Komeya Çanda Suryan bi dirûşmeya  "Şaristaniya duh… em her roj dijîn, da ku pêşeroja Sûriyê xêz bikin" şahiya sersala Babiliyan "Cejna Ekîto" li bajarê Hesekê li dar xist.

Şahî li Xwaringeha Nuxba bi beşdarbûna pêkhateyên Suryan, Ereb, Kurd, Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê MSD‘ê Riyad Derar axivî, Cejna Ekîto li Suryana pîroz kir û got: "Pêkhateyê Suran hîmekî sereke yê avakirina Sûriyê ye, em bi Suryan û şaristaniya wan li herêmê serbilind in."

Derar her wiha got, piştî rizgarkirina welêt ji Osmaniyan Asur û Sûriyanan roleke mezin di vejandina zimanê Erebî de lîstin û wiha domand: "Me dikarî çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê tine bikin, lê şaneyên wê yên veşartî hîn hene. Em niha dixebitin da ku îdeolojiya wan tin bikin, lê ji hemû pêkhateyên herêmê tê xwestin ku xebateke hevpar bidin meşandin da fikrê DAIŞ tine bibe û rihê biratî û hezkirinê dîsa geş bikin."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Gabreyêl Şemûn jî axivî û got: "Em bejan xwe li hemberî şehîdên QSD‘ê ditewînin ku benda xwe kirin pir da ku em bi azadî Cejna Ekîto pîroz bikin. Di roja Ekîto de em hemû dibin yek û Sûriyeke demokratîk û pireng ava bikin."

Hevserokê Komeleya Çanda Suryan Îbrahîm Qes Îbrahîm, Hevseroka Buroya Karûbarên Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ezîza Xenafir, Berpirsya Buroya Yekîtya Suryan a bajarê Hesekî Îlham Betlî û bi navê Hêzên Leşkerî ya Suryan Xabûr axivîn.

Di axaftinan de Cejan Ekîta li tevahî gelên Sûriyê hate pîrozkirin û hate gotin,  Cejan Ekîto sembolên çanda dîrokî ya gelên herêmê ye.

Paşê Koma Ornîna dîlanên folklorî yên Suryan û Asur pêşkêş kirin. Ji aliyê zarokên şehîdan ve kêk hate qutkirin û şêranî hate belavkirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendan bi dawî bû.

ANHA