Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"

Di roja 5‘emîn a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê de Koma Serdem a Hêzên Erka Xweparstinê ku ji 4 jinan pêk tê şanoya "Desteserkirin" pêşkêş kir.

Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"
Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"
Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"
Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"
Di roja 5‘emîn de şanoya "Desteserkirin"
31 adar, 2019   16:11
QAMIŞLO

Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`emîn ku bi dirûşmeya "Dengvedana Efrînê" ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin di roja xwe ya 5‘emîn de didome.

Di roja 5‘emîn a mîhrîcanê de ku li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamilo tê lidarxistin, Koma Serdem a Hêzên Erka Xweparastinê ku ji 4 jinan pêk tê şanoya xwe ya bi navê "Desteserkirin" pêşkêş kir.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîr û hezkiriyên şano amade bûn.

Nivîskarê Kurd Hoşeng El-Wezîrî ê ji bajarê Silêmanî şano nivîsandiye û Hesen Remo derhêner kiriye.

Şano balê dikşîne ser desthilatdariya sermiyana malê li ser saziya malbatê û bandora wê ya neyinî li ser malbat û civakê.

Piştî şano bi dawî bû, beşdaran der barê wê de nirxandin kirin. Hin beşdaran gotin lîstikvanên şanoyê rola xwe lîstin û peyên Kurdî yên hatine bikaranîn baş hatine diyarkirin, her wiha spasiya derhêner Hesen Remo kirin.

Mîhrîcan dê heta 5‘ê Nîsanê dewam bike.

ANHA