Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê şervana YPJ`ê ya ku 18`ê Sibata 2019’an  li bajarê Dêrikê gihêşt asta şihdetê, bi merasîmekê oxir kirin.

Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin
Şervana YPJ’ê Ocelîn li Kobanê hat oxirkirin
31 adar, 2019   15:53
KOBANÊ

Şêniyên Kobanê û navçeyên girêdayî wê cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ocelîn Kalo(Dilovan Şêran) ya ku di 18’ê Sibata 2019’an li bajarê Dêrikê dema bi erka xwe radibû şehîd bibû, sipartin axê.

Kobaniyan cenazeyê Ocelîn li ber Goristan Şehîd Dicle wergirtin  û bi  druşmên ‘Şehîd Namirin’ ber bi goristanê ve çûn.

Şervanên YPJ’ê û Antîteror torenek leşkerî lidar xistin. Paşê endama rêveberiya Antîterorê ya firot Bêrîvan Kobanê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û wiha got: "Her ku şehîdek tê dayin em dizanin ku kezeba dayikan dişewîte lê tevî vê yekê pêvajoya ku em tê re derbas pêvajoyeke girane. Bajar û gundên me bi saya keda şehîdan hatin rizgarkirin û DAIŞ têk çû.”

Endama Meclisa giştî ya PYD`ê Rewşen Haçim  got: "Şehîd Dilovan ji malbateke welatparêz bû. Ji bo tola birayê xwe yê şehîd Dilovan hilde tevlî refên YPJ`ê bû. Her tim ji bo azadiya welatê xwe şer dikir lê herî dawî armanca wê pêk hat û çeteyên  DAIŞ`ê têk çûn".

Piştî axaftinan bawernameya şahadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayîkan de hat veşartin.

(sn-hh)

ANHA