Meclisa Rêveber Cejna Ekîto kir betlana fermî

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna sersala Babiliyan (Ekîto) ku dikeve 1’ê Nîsanê betlaneya fermî ragihand.

Meclisa Rêveber Cejna Ekîto kir betlana fermî
31 adar, 2019   14:13
GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameya hejmara /5/ derxist, di biryarnameyê de Cejna sersala Babiliyan (Ekîto) ku dikeve 1’ê Nîsanê wekî roja betlaneya fermî ragihand.

Di biryarnameyê de tê gotin, ji bilî rêveberiyên ku pêdiviya karê wan bi berdewamiyê heye , hemû saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê roja Duşemê 1‘ê Nîsana 2019‘an betlane dikin.

ANHA