Di hilbijartinên Tirkiyê de 4 kes hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyê, diyar kir ku di bûyer û şerên hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di hilbijartinên Tirkiyê de 4 kes hatin kuştin
31 adar, 2019   14:12
NAVNEDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Tikriyê  têkildarî şerê di hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî diyar kir ku di şer de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezaretê diyar kir ku di çarçoveya Hilbijartina Rêveberiya Herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de beriya hilbijartinê 2 welatiyan û di roja hilbijartinê de jî 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê anî ziman ku heta saet 15.00'an bi giştî 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.