Di navbera Hûsiyan û artêşa Yemenê de li Daliyê şer derket

Çavkaniyên Hûsiyan diyar kir ku li eniya Mirîs a bakurê parêzgeha Dalî di navbera hêzên Yemenê û hêzên Hûsî de şerên dijwar rû didin.

Di navbera Hûsiyan û artêşa Yemenê de li Daliyê şer derket
31 adar, 2019   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniya Mirîs a bakurê parêzgeha Dalî ya Yemenê ev 3 roj e şer heye. Artêşa Yemenê êrîşeke dijwar a hêzên Hûsî li herêma Zîle ya girêdayî parêzgeha Senaayê têk bir û hate gotin ku di encama wê de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyên herêmî tekez kir ku hêzên Hûsî hejmareke mezin ji şervanên xwe bi armanca pêşveçûna ber bi bajarê Dalî ve û parêzgeha Ib ji aliyê bakurê rojava ve ewle bike, kom kirine. Artêşa Yemenê li rojhilatê parêzgehê şerekî dijwar dike û midûriyeta Nadira xiste bin serweriya xwe.

Artêşa Yemenê li midûriyeta Ebis a parêzgeha Hice ya bakurê rojavayê welêt bi dehan hûsî dîl girtin.

(ekîb)