Gundên Şera têne topbarankirin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên Malikiyê û Şewarge yên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin. Tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Gundên Şera têne topbarankirin
31 adar, 2019   13:05
ŞEHBA

Nûçegihanê me ragihand ku çeteyên artêşa Tirk ên li Ezazê di van kêliyan de gundê Malikiyê û Şewarge yên girêdayî navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran heta niha didome û tu agahî der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.

(bx)

ANHA