Serokên Ereban destwerdanên herêmî û navdewletî li herêmên erebî red kirin

Li Tunisê di van kêliyan de xebatên Lûtkeya Erebî bi beşdarbûna piraniya serokên Ereban tê lidarxistin. Di axaftinên destpêkê de destwerdana herêmî û navdewletî ji herêmên Ereban re û biryara serokê Amerîkayê Donald Trump der barê Colanê de hat redkirin. 

Serokên Ereban destwerdanên herêmî û navdewletî li herêmên erebî red kirin
31 adar, 2019   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tunisê îro xebatên lûtkeya 30`emîn a erebî bi beşdarbûna serokên ereban tê lidarxistin. Di lûtkeyê de dê aloziya Sûriyê, Yemen û Lîbyayê û xebatên ji bo sekinandina destwerdanên derve û herêmî werin nîqaşkirin.

Serokê Tunisê Bacî Qayid Sibsî di axaftina xwe ya di lûtkeyê de pêşniyar kir ku lûtkeya erebî bi dirûşma lûtkeya îrade û hevgirtînê be.

Sibsî di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em red dikin ku herêmên erebî bimînin şanoya destwerdanên herêmî û navdewletî."

Her wiha qralê Siûdiyê Selman Bîn Abdulezîz Al Siûd teqezî li ser girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyê kir û êrîşî siyasetên dijminatiyê yên rejîma Îranê ku peymanên navdewletî binpê dike, kir.

Qralê Siûdiyê got ew teqezî li ser parastina Siûdiyê ji ewlehî û yekitiya xaka Lîbyayê kir, her wiha diyar kir ku ew destekê didin xebatên NY`yê da ku çareseriyeke siyasî li Yemenê bibînin û siyaseta li ser Colanê red kir.

(bx)