Kongreya Star serdana malbatên şehîdan kir

Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê bi koordînekirina Meclisa Malbatên Şehîdan serdana malbatên şehîdan bi boneya rasthatina 4’ê Nîsanê anku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Her wiha soza têkoşîna şopandina rêça şehîdan heta azadiyê û pêkanîna aştiyê dan.

Kongreya Star serdana malbatên şehîdan kir
31 adar, 2019   12:02
HESEKÊ

4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi vê boneyê dar li parkan tên çandin û serdana malbatên şehîdan jî tê kirin.

Di vê çarçoveyê de, îro endamên Kongreya Star bi koordînekirina bi Meclisa Malbatên Şehîdan ên Dirbesiyê re ya kantona Hesekê serdana malbatên şehîdên navçeyê kir.

Di serdanê de endamên Kongreya Star tekez kir ku dê li ser şopa şehîdan heta azadiyê li gorî têgeha neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye, bimeşin.

Malbatên şehîdan jî soza şopandina rêça şehîdan û berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

(fr)

ANHA