Ava çemê Dîcleyê nêzî malên şêniyan dibe

Vê sibehê di encama lehiyê de asta ava çemê Dîcleyê bilind bû. Ev jî xetereyek e ku li ser malên li nêzî çem û bi taybet gundê Zihêriyê çêdibe.

Ava çemê Dîcleyê nêzî malên şêniyan dibe
Ava çemê Dîcleyê nêzî malên şêniyan dibe
Ava çemê Dîcleyê nêzî malên şêniyan dibe
31 adar, 2019   12:29
QAMIŞLO

Barana dijwar a di hefteya derbasbûyî de bû sedema bilinbûna asta ava bendav û geliyan. Ji wê jî zêdetir lehî li newalan çêbûn û bû sedema birîna rêyan di navbera gelek gund û bajaran de.

Bi sedema barana dijwar ku di van 2 rojên derbasbûyî de bariye, asta ava çemê Dîcleyê rabû. Bilindbûna avê gihaşt nêzî malên li nêzî gundê Zihêriyê yê girêdayî gundên Beravê ya herêma Dêrikê û şênî ji vê yekê metirsîdar in.

Bi sedema qutbûna rêyan, mirov nikarin xwe bigihînin wan gundan. Lê nûçegihanên ajansa me ANHA’yê karî ji çavkaniyên di hundirê gundê Zihêriyê de wêne û dîmenên asta bilindbûna avê wergirin.

Ji ber lehiyê gelek pir û rê di navbera gundan û bajarê Dêrikê de hilweşîn û xirab bûn. Hin şêniyan ji bo peydakirina pêdiviyên xwe kelek bi kar anîn.

(fr)

ANHA