Li Reqayê jî baran dijwar e

Li bajarê Reqayê ji ber barana dijwar golên avê li çend kolan û taxan çêbûne û çûn û hatin li ser hinek rêyan zehmet bûye. Şaredariya Gel a Navendî destnîşan kir ku dê di nava bajêr de  bi gelek xebatên xizmetguzariyê rabin.

Li Reqayê jî baran dijwar e
31 adar, 2019   10:29
REQA

Li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke dijwar dibare. Di encamê de li tevahiya herêma Cizîrê lehî rabûn û çem gur herikîn. Li bajarê Reqayê jî ku ji ber barana dijwar av li kolanên El-Sacîde û El-Mekif, her wiha li rêya zeviyên di navbera bejahiya bakur û rojava de jî kom bû. Ev yek bû sedema qutbûna rê û zehmetiya çûn û hatinê çêdibe.

Têkildarî mijarê Şaredariya Gel a Navendî wiha got ew ê bi gelek xebatên xizmetguzariyê rabin da ku rêya herikandina ava baranê hêsan bike û ji nû ve sazûmaniya xetên kanalîzasyonê ava bikin.

(eh)

ANHA