Ji Rêveberiya Xweser peyama Ekîtoyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersala babilî anku Ekîto ya 6769’an pîroz kir û hêvî kir ev sal bibe sala hezkirin û aştiyê.

Ji Rêveberiya Xweser peyama Ekîtoyê
31 adar, 2019   11:40
GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyameke pîrozbahiyê sersala babilî-asûrî anku Ekîto ya 6769’an li gelê Suryan û Asûrî pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de wiha hate gotin:

"Bi boneya sersala babilî-asûrî ya nû 6769’an Ekîto em bi taybet li gelê xwe yê Kildan, Suryan û Asûrî û tevahî gelên Sûriyê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku ev sal bibe sala hezkirin, aştî, aramî û ewlehiyê."

(bx)

ANHA