PYD`ê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anîn

PYD’ê li bajarê Helebê Qazî Mihemed û hevrêyên wî di salvegera 72`yan a darvekirina wan de bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

PYD`ê Qazî Mihemed û hevrêyên wî bi bîr anîn
31 adar, 2019   11:48
HELEB

Bi boneya salvgera 72`yan a darvekirina Qazî Mihemed û hevrêyên wî, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên bajarê Helebê li pêş navenda xwe ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama  Meclisa Giştî ya Jinan a PYD`ê Rewşen Mûsa ve hate xwendin. Rewşen di destpêkê de bal kişand ser atmosfêra navneteweyî û herêmî ya ku hişt komara Mehabadê were avakirin û komployên li dijî gelê Kurd ku hişt komar hilweşe û Qazî Mihemed û hevrêyên wî werin îdamkirin.

Rewşen hemû şehîdên Komara Kurdistan Mehabadê di salvgera 72`yan de bi bîr anîn û tekez kir ku bîranîna wan dê her tim li gel gelê Kurd zindî be û wiha got: “Şehîd Qazî Mihemed çû, lê fikra azad û heqiyê di bîranîna gelê Kurd de zindî ma.”

Daxuyanî bi dirûşmên dilsoziya ji bo şehîdan bi dawî bû.

(kc)

ANHA