Li herêmên dagirkirî kiryarên dermirovî didomin

Li herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin û bi taybet li Efrînê revandin, talankirin, diziya şûnwaran û guhartina demografîk didomin.

Li herêmên dagirkirî kiryarên dermirovî didomin
Li herêmên dagirkirî kiryarên dermirovî didomin
31 adar, 2019   10:13
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinan li dijî şêniyên Efrînê û herêmên ku ji aliyê wan ve hatine dagirkirin mîna Bab, Cerablus û Ezazê didomîne. Kiryarên dijexlaqî û dermirovî pêk tîne û li bermberî vê yekê civaka navdewletî û mirovî bê deng e.

Ajansa me binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û herêmên din ji revandin, kuştin, talankirin, tecawizkirina jinan û zewicandina wan bi darê zorê, belge kirin.

Di vê raporê de binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û Babê di hefteya derbasbûyî de tên diyarkirin.

Bi darê zorê pere ji şêniyan standin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê pereyan ji xwediyên dukanên li herêma pîşesazî ya bajarê Efrînê distîne. Her wiha şêniyan û xwediyên dukanan neçar dike ku 20 hezar lîreyên Sûriyê bidin da ku artêşa Tirk a dagirker kamîreyên çavdêriyê û ronîkirina kolanan ku li tevahî herêmê ji bo şopandina tevgera sivîlan hatine danîn, bidin.

Li kêleka perayan çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên sivîlan didizin. Çeteyan hemû tiştên di mala parêzerê bi navê Hisên Neso û birayê wî li gundê Termûça yê girêdayî navçeya Şiyê, dizîn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirkr depoya cam û alavên malê yên li navend bajarê Efrînê, her wiha dikana welatiyê Ibrahîm Arif ku alav tê de alav bi nirxê 8 hezar dolar tê de hebûn, dizîn.

Goran vedikin û giran dikolin

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bo şûnwaran bidzin û derbasî Tirkiyê bikin, girê gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabata, girê Duderî yê rojavayî navçeya Meydankê bi tireksan vedikolin.

Çavkaniyekî ji herêmê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyan girê gundê Ereb Şêxo yê Ii navçeya Mabata, girê Dodriya yê rojavayê navçeya Meydankê bi rêya bagiran dikole.

Her wiha goristana Şêx Mihemed a li gundê Miskê ya navçeya Cendirêsê hate kolandin.

Her wiha ciwanê bi navê Nîdal Îbiş ê ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê 21`ê Adarê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat revandin û ber bi cihekê ne diyar ve hate birin.

Guhertina navên gundan

Artêşa Tirk a dagirker siyaseta asîmîlasyonê li Efrînê didomîne. Di vê çarçoveyê de, navên gundan diguhêre û navên tirkî û osmanî li wan dike. Navê gundê Kemreş ê navçeya Raco kirin Cerma, Etmana kirine Osmaniye, Şadiya kirine Şêx Elî û Dimliye kirine Dilnbir.

Li gundewarên Babê sivîlek hat kuştin

Li herêmên dagirkerî kuştin, revandin, talankirin, şerê navxweyî didome. Ji ber vê yekê gel li dijî dagirkeran rabûn serhildanan.

Çavkaniyekî ji ajansa me re tekez kir ku şêniyan cenazeyê Fewaz Welîd ê ji bajarokê Sifîra yê bejahiya  Helebê kuştî û destên girêdayî li ser rêya gundê Sinosinbat ê bejahiya herêma Babê dîtin her wiha got ku şûna êşknceyan li ser laşê wî hebû.

Çavkanî tekez kir ku kesê ku kuştî hate dîtin beriya heftiyekê hatibû revandin û çeteyan li beramberî berdana wê 50 hezar dolar dixwestin.

(bx)

ANHA