Piştî topbarana dualî Îsraîlê vekirina dergehên bi Xezayê re ragihand

Piştî avêtina roketan ji Xezayê ber bi Îsralê ve û Îsraîlê jî bersiv da, Îsraîlê vekirina dergehên Beyt Hanûn û Kerem Ebû Salim ragihand.

Piştî topbarana dualî Îsraîlê vekirina dergehên bi Xezayê re ragihand
31 adar, 2019   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku tankên wan gelek nuqteyên tevgera Hemasê li Xezayê topbaran kirine, ev jî wek bersiva 5 roketên ku şevê din ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, pêk hatiye.

Bi navê artêşa Îsraîlê berdevk Avijaa Adray li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku tankên artêşê gelek nuqteyên Hemasê topbaran kirin da ku bersiva roketên ku avêtine, bide.

Li aliyekî din jî îro Îsraîlê ragihand ku piştî girtina dergehan bi hefteyekê bi sedema tevlihevî û topbaranên roketan, îro ew dergehên Xezayê ji nû ve vedikin.

Rojnameya Yedioth Ahronoth bi bîr xist ku Îsraîlê 2 dergehên girêdayî Xezayê; Beyt Hanûn li bakur û Kerem Ebû Salim li başûr vekirine.

(fr)